Derbarê me

Harcus Parker enstîtûyeke dozê ya dadwerîyê ya pêşeng e ku di dozvekirin û berevanîya ji dozên dijwar ku pirranî pêkhatî ji komên mezin ên dawakeran in, pispor e. Kampanyayên me yên niha ev in:

Dayîna Heqên Beranber ên Tesco’yê

Tevî 40 sal dozvekirina bi peredana beranber, hîn jî baweriyeke bingehîn heye ku qaşo karê jinan ji hêla nirxê ve kêmtir ji karê mêran e. Me nûnertîya çend hezar kes ji karmendên sûpermarketan di dozên wan ên daxwazê de li dijî Tesco’yê ji bo dayîna heqên beranber girtiye ustîyê xwe.

Zanyarîyên Zêdetir

Doza dadwerîyê ya Woodford’ê

Em bi nûnertîya ji sermayeguzaran di dozvekirina wan li dijî şîrketa ‘Link Fund Solutions’ê ji bo nebûna rêveberîya beraqil a “Sindoqa Derhata Hîseyên Woodford”ê (Woodford Equity Income Fund) tev digerin. Eger di sindoqa derhata hîseyên LF’ê (bi navê berê yê Sindoqa Derhata Hîseyên LF’yê ya Woodford’ê) an bi awayê rasterast, bi rêya navcîyekî an jî li SIPP’a xwe niha xwedan hîse yî an te pêştir hîse tê de hebûye, dibe ku xwedîmaf ji bo daxwaza qerebûyê bî.

Zanyarîyên Zêdetir

Doza Dadwerîyê ya Zîndanîyê Kredîya Malê

Em bi nûnertîya ji bi hezaran xwedîmalên ku kredîya wan li cem kredîderên ku berhemên rikeberîyê yên kredîyê hene û kesên ku ji ber dayîna nirxên fayîzê yên bilind di kredîyên xwe yên malê de asê bûne, tev digerin. Eger em bi ser kevin, wergirên kredîyê dê heqê wan ê wergirtina qerebûya birra zêdebarî ya fayîzê ku dane, hebe.

Zanyarîyên Zêdetir

Whistletree

Em bi nûnertîya ji bikarênerên niha û berê yên Whistletree’yê ku nirxên fayîzê yên bilind ji wan hatine daxwazkirin, ji bo binpêkirina naverok û şert û merên girêbestên kredîya mala wan tev digerin.

Zanyarîyên Zêdetir

Doza daxwaza komî ya xwendekaran

Em nûnertîya bi hezaran xwendekarên niha û berê di dozên daxwaza qerebûyê li dijî zanîngehên Brîtanyayê dikin. Dozên wan têkildarî vê mijarê ye ku qerebûya lêçûnên tam ji bo heqê perwerdehîya online an îbtalbûyî di heyama pandemîyê û greva karmendan de hatiye daxwazkirin.

Zanyarîyên Zêdetir

Dozên daxwaza Karta Bazirganiyê

Em dozeke komî ya li dijî Mastercard û Vîzayê bi nûnertîya ji şîrketên wergirê peredanan bi bikaranîna kartên şîrketî yên Brîtanyayê û debit card û credit card’ê ji erdanerên ji derveyî welêt dikin. Em dibêjin ku lêçûnên danûstandinê yên diyarkirî bi rêya Mastercard û Vîzayê neqanûnî ne û divê şîrket werin qerebûkirin.

Zanyarîyên Zêdetir

Doza daxwaza qerebûyê ji Şîrketa Home REIT’ê

Em bi nûnertîya ji sermayeguzarên ku pêştir li şîrketa Home REIT’ê hîseyên wan hebûne an hema wisa hîseyên wan hene û tûşî zirar û ziyanê bûne, daxwazên wan ên qerebûyê dişopînin.

Zanyarîyên Zêdetir

Dozvekirina Sindoqa Closset Trackers’ê

Em bi nûnertîya ji sermayeguzarên ku ji ber sermayeguzarîya li sindoqên bi navê “Çavdêrên Sindoqê” (Closet Trackers) pereyekî zehf ji wan hatiye standin, dozên wan ên daxwaza qerebûyê vedikolînin.

Zanyarîyên Zêdetir

Peywendîdarên sereke yên tîma dozvekirina koma dellalên enêrjîyê ev in:

Damon Parker Hevbeşê Payebilind
Matthew Patching Destyarê Payebilind
Daniel Kerrigan Destyarê Payebilind
Olivia Selley Destyar
Jennifer Cassidy Rêvebera Kiryarên Mafzaniyê

Enstîtûyên me yên Xêrxwaziyê

Harcus Parker ji xêrxwazîyên diyarkirî li xwarê ku hemî objeyên wan bi awayekî nebaş ketine bin bandora lêçûnên qeyrana debara jiyanê piştgirî dike. Em ê beşeke heqê xebata xwe xelatî van enstîtûyên xêrxwazîyê bikin. Ev bandor li birra pereyê ku tu didî nake, ji ber ku ev alîkarîya lêçûnê bi tamî ji pişka Harcus Parker ji ayîdîya dozên daxwaza qerebûyê di rewşa serkeftîbûna wan dê were dabînkirin.

Enstîtûya Xêrxwazîyê ya MUMMY’S STAR

Enstîtûyeke xêrxwazîya neteweyî ye ku pişta jinên (û malbatên wan) ku di heyama ducanîbûn an hinekî piştî wê de tûşî kanserê bûne, digire. Kiryarên wan pêkhtî ji birêzxistina tûrên piştgiriyê, hînkarîya bijîşk Û mamayan, alîkarîyên darayî û babetên din in.

Enstîtûya Xêrxwazîyê ya LIBERTY CHOIR

Enstîtûyeke xêrxwazîyê ya biçûk e ku komên tev-strînê (choir) bi awayê profesiyonel li zîndanên Inglîzê bi rê dixe. Ev enstîtû ne tenê çalakiyeke binirx û saxlem û bêxeter ji bo zîndaniyan dabîn dike, belkî şebekeya piştgirîyê bi azadkirina an organîze dike ku tê de xebata rasteqîn a ciyawazîyê pêk tîne.

Enstîtûya Xêrxwazîyê ya WIDOWED AND YOUNG (WAY)

“WAY” tenha enstîtûya xêrxwazîyê ji bo kesinan e ku di dema mirina hevjînê/a wan de 50 salî an kêmtir bûne. Ev enstîtûya xêrxwazîyê piştevanîya ‘hevta-bo-hevta’ raber dike ku ji alîyê xwebexşên ku windakirin û jidestdana delalên xwe dîtine, tê organîzekirin.

Enstîtûya Xêrxwazîyê ya DRAVET SYNDROME UK

Alîkarîya piştevanîyê bo rencdîtî û hemî kesên tûşbûyî bi sîndroma Dravet’ê raber dike. Mînakeke tam ji danasîna enstîtûya xêrxwazîyê ya ‘Biçûk’ e ku “heta dema ku hewcetîya te bi wê tunebe, tu yê nezanî ku ew çima heye”.

Enstîtûya Xêrxwazîyê ya LIGHTS UP!

Enstîtûyeke xêrxwazîyê ya seranserî li Brîtanyayê ku modeleke taybetî xwe Ji bo dabînkirina bûceya komên şanoyê yên xwecihî heye, bi vî awayî ku bilêtan li nav kesên ku ti wextî derfet nedîtine ku beşdarî van cûre performensan bibin, belav dike.

Enstîtûya Xêrxwazîyê ya THE LOSS FOUNDATION

Enstîtûyeke xêrxwazîyê ya nasyar e ku bi rêya çend kanalan alîkarîya kesinan li Brîtanyayê dike ku ji ber kanser an COVID’ê kesekî xwe ji dest dane.

Enstîtûya Xêrxwazîyê ya “SOMETHING TO LOOK FORWARD TO”

Enstîtûyeke xêrxwazîyê li seranserî Brîtanyayê ku rojên /betlanî/gerrên istîsna û taybet ji bo nexweş, malbatên wan û çavdêrên ku serederîya kanserê dikin, dabîn dike. Modeleke balkêş ku di dema xelatkirina her 1 pond bi bihayê 3 beranberî dermanên pêşniyazkirî bi cih tê.

Enstîtûya Xêrxwazîyê ya STRONGMEN

Enstîtûya xêrxwazîyê ku pişta mêrên bêpar û mehrûmbûyî digire. Armanca me piştevanîya ji mêran piştî mehrûmbûn û bêparîyê ye. Xem û keser dikare bibe sebeba nexweşîyên giran ên rûhî û bedenî ku pirranî nayên berçavgirtin, nemaze di mêran de. Xizmetên me hem li gorî temen e û hem jî ji alîyê kesên ku windakirin û mehrûmbûneke wekhev derbas kirine ve tên raberkirin.

Enstîtûya Xêrxwazîyê ya “Muscular Dystrophy UK”
Enstîtûya Xêrxwazîyê ya “Support Through Court”

Armanca enstîtûya Support Through Court’ê ev e ku dilnîya bike ku mirov dikarin wekaleta xwe bi serfirazî bigirin ustîyê xwe û bikarin zora vê pêvajoya dijwar a vekolandina dadgehê ji bo bidestxistina dadwerîya herî edlane ya pêkan bibin. Heta roja îro, vê enstîtûya xêrxwazîyê ya mafzan pişta bi dehan hezar kesî di pêvajoya dadwerîya dadgehê de girtiye.” Nivîsa xêrxwazîyê ji bo piştevanîya jib dadgehê

Claim Calculator

Enter your estimated annual energy usage, commission and length of contract below to see how much you could claim.