Bersiva pirsên we yên di derbarê “Îdiaya Enerjiya Karsaziyê” de

îdîaya li ser çi ye?

Ev dozên daxwaza qerebûyê derbarê vegerandina “Heqên komîsyona nihênî” an jî ji bo raberkirina navê wan ê hiqûqî yanî “Bertîl” bo wan e.

Ev pêvajoyeke asayî ye ku dabînkerên enêrjîyê heqê komîsyona her girêbesteke enêrjîyê ku dellal wek nûnerê bikarênerên xwe amade dike, dide dellalên enêrjiyê. Di gellek babetan de, ji bikarênerê dawî de ti tiştek li ser heqê komîsyonê nayê gotin, belkî lêçûna wê bi rêya dayîna nirxên enêrjîyê yên bilindtir werdigirin. Di pirranîya babetan de, ev dayîn dê neqanûnî û beranberî bertîlên dayî ji alîyê dabînker ve bin û di encamê de bikarêner xwedîmaf ji bo vegerandina bertîlê zêdeyî sûd û ziraran e.

OFGEM’Ê çi tiştek li ser “Danasînerên Alîyê Sêyem” (TPI) gotiye?

OFGEM ji mêj ve nîgerana nebûna ronkirin û zelalîyê di bazara enêrjîyê de bûye. Di “venihêrîna kar û pîşeyên biçûk” de ku vê dawîyê pêk hatiye OFGEM’ê ragihand ku bazar cihek e ku tê de “Diyarkirina biha hîn jî dûrî ronbûn û zelalîyê ye û cihek e ku kompaniyan zanyarîne girîng ên gelekî zêdetir anegorî bikarênerên ku xizmetan raberî wan dikin, hene.”

[those arrangements] Di şêwirîna din de, OFGEM pê hesîya ku nebûna zelalîyê di heqê komîsyona dellalan de meseleyeke girîng e: “Kar û pîşeyên biçûk derbarê lihevkirinên bazirganîyê yên asayî di navbera dellal û dabînkeran de, bandora muhtemel a [van lihevkirinan] li ser pêşniyazên raberkirî bo kar û pîşeyên biçûk, her wiha lêçûnên rasteqîn ên pejirandina girêbesteke dabînkirina enêrjîyê di dema bikaranîna xizmetên dellalî anku brokerîyê de dudil an neagah in. Wisa xuya dike ku nebûna haydarîyê li ser heqê komîsyona dellal meseleyeke gelekî girîng e. Nebûna zelalî û ronbûnê derbarê daxwazên pere yên heqê komîsyona dellal nîşana wê yekê ye ku gellek ji kar û pîşeyên biçûk nizanin ku çiqas ji pereyên ku ew ji bo enêrjîyê didin, diçe berîka dellalê ku wan bijartiye.” Bi gotineke din heqên komîsyonê bi duristî nayên aşkirakirin û di encama wê de rê li ber destragihîştina kar û pîşeyên biçûk bo bihayên herî baş tê girtin.

Encamên bidesthatî derbarê pêvajoyên dellalan û nebûna zelalîyê ne tenê ji bo kar û pîşeyên biçûk belkî bi giştî ji bo bikarêner û aboneyên bazara enêrjîya ne-malî (non-domestic) dikarin bihên bikaranîn.

Ez çiqas qerebû dikarim bistînim?

Asta qerebûya te dibe ku girêdayî bi hokarine weke birra pereyê heqê komîsyona dayî (yanî bêyî berçavgirtina vêya ku zêdebûna bihayê enêrjîya yekîne ya radestkirî ji alîyê te ve 3 pêns, 5 pêns an 10 pêns di her kWh bûbe) û asta enêrjîya bikarhatî li gorî her girêbestekê ji alîyê te ve ye.

Lîsteya nîşandera nirxên qerebûya gengaz li xwarê hatiye raberkirin:

Asta bikaranîna salane ya enêrjîya hevdudanî (gaz û ceryan)
60,000 80,000 100,000 200,000 500,000
Heqê komîsyonê yê dayî bi gumana ku girêbest sêsalî be 2p £3,600.00 £4,800.00 £6,000.00 £12,000.00 £30,000.00
3p £5,400.00 £7,200.00 £9,000.00 £18,000.00 £45,000.00
5p £9,000.00 £12,000.00 £15,000.00 £30,000.00 £75,000.00
10p (10 Pêns) £18,000.00 £24,000.00 £30,000.00 £60,000.00 £150,000.00

 
Ma hûn nikarin tevahiya tabloyê bibînin? Hûn dikarin çep û rast bizivirin da ku hemî daneyan eşkere bikin.

Bingeha hiqûqî ya vê dzovekirina daxwaznameya qerebûyê çi ye

Kurt û kurmancî, bingeha qanûnî ji bo vê dozvekirina daxwazê ev e ku dayîna pêkhatî ji alîyê dabînkera te bo dellalê enêrjîya te wek bertîl û rişwet bûye. Li cihê ku dellalekî soz daye te ku pêşniyazan bi awayekî bêterefane û bêyî sûd û berjwendîya kesane raber bike, qebûlkirina heqê komîsyonê li dijî vê sozê ye, ji ber ku ev yek dibe sebeb ku bi îhtimaleke zehf li dewsa raberkirina girêbesta herî guncan bo te, girêbestekê pêşniyazî te bike ku bi rêya wê dê heqê komkîsyonê yê herî zêde were dayîn. Eger dellalê te bi tamî te ji bo pejirandina heqê komîsyonê yê bi vî awayî razî bike, wî çaxî dê ti daxwazeke qerebûyê tunebe. Li cihê ku ti cûre razîbûneke bi haydarî nehatiye dayîn, dê îmkan û derfet ji bo daxwaza qerebûyê hebe.

Çima hûn dayîna heqê komîsyona nihênî di rewşeke wiha de wek rişwet û bertîl zanin?

Em angaşt nakin ku dabînker an dellal sûceke cezayî pêk anîye. Lêbelê em dibêjin ku dayîna heqê komîsyonê ji alîyê dabînker ve bo dellal ê bêyî razîbûna bi haydarî ya bikarêner wek rişwet û bertîl di qanûna sivîl de ye ku dibe sebeba vekirina doza daxwaza qerebûkirina ziyanê li dijî dellal an dabînkera enêrjiyê.

Ev peredan mirov nikare bibêje teqez digel soza dellalê te ji bo raberkirina şêwirîna bêalî bo te derbarê girêbesta herî guncan a hilgirên enêrjîyê nakok e. Dabînkera enêrjîya te bi dayîna heqê komîsyonê bo dellalê te, di rastîyê de vê hincetê dide dellal ku pêşniyazeke taybet raber bike ku mumkin e bi awayekî din neyê raberkirin û her iwha dibe ku li ser xêra te nebe.

Ez divê çi şehedî û belgeyan raber bikim?

Pêwîst e ku tu herî kêm belgeyeke xwarê têkildarî her girêbesta enêrjîyê an jî navenda ku dixwazî li wir doza daxwaza qerebûyê vekî, amade bikî:

(i) fatûreyeke enêrjiyê;

(ii) girêbesta navbera te û dabînkera enêrjîya te; an jî

(iii) girêbesta di navbera te û dellalê enêrjiyê.

Her wiha tu divê ji bo me piştrast bikî ku dellalê te tu di vî warî de haydar nekiriye ku dabînkera te heqê komîsyonê daye dellalê te. Em ê pênase û cûreya deqîq û bandora piştrastkirina ku divê derdem piştî destpêkirina pêvajoya tomarkirinê bi rêya pirsnameya me ya online raber bikî, şirove bikin.

Her wiha, ji bo ku em bikarin vekolandina “mişterîyê xwe nas bike” pêk bînin, divê em piştrast bibin ku tu (yanî kesê ku ji alîyê şîrketa te destûr dide me) an vekolandina lîsteya bijartî an jî vekolandineke din a pênaseyê li pey xwe bihêlî anku derbas bikî. Loma dibe ku pêwîst be versiyoneke din a pasport an bawernameya xwe ya ajovanîyê raber bikî.

Dibe ku çi gewahîya şehedîyê pêwîst be ku raber bikim?

Di dozeke wiha de ku tê de îhtimal heye bin hezaran dawakerên taybet û ciyawaz hebin, ji hêla estatîstkî ve gelekî nemuhtemel xuya dike ku ji te were xwestin ku gewahîya şehediyan (witness evidence) raber bikî. Her wiha şehedî bi giştî bi rêya gotinên devkî yên şêwirmendê hiqûqî û pisporan bi nûnertîya dawakeran tên raberkirin.

Halbûkî, tu divê bi nûnertîya ji wê şîrketê piştrast bikî ku haya te ji dayîna heqê komîsyonê tunebûye. Her wiha pêwîst e belgeyên têkildarî daxwazên xwe yên qerebûyê ji wan girêbestên enêrjîyê an jî fatûreyên enêrjîyê bidî ber destê me.

Her wiha pêwîst e ku tu tiştê ku wek “Daxuyanîya hilgirtina belgeyan” li hemî beşên wê şîrketê tê binavkirin, raber bikî, ji ber ku rê li ber her cûre belgeya bi qabiliyeta aşkirabûnê ku îhtimal heye di dema diyarkirî de pêwîst be raberî dadgehê bikî, bigirî. Em ê vê mijarê di heyama qonaxên tomarkirinê de bi hûr û kûrî şirove bikin.

Tevlêbûna li dozvekirina daxwaza qerebûyê dê çi lêçûnekê li ser min bisepîne?

Em li gorî lihevkirinnameya zirar-bingeh (“DBA”) tev digerin. Ev cûreyeke lihevkirinameya “Bêyî-Birin, Bêyî-Lêçûn” e, loma ti lêçûneke seretayî ji bo tevlêbûna li vê dozvekirina daxwaza qerebûyê tune. “Harcus Parker” lêçûnên şopandina doza te ya daxwaza qerebûyê, di nav de lêçûnên dadgehê û lêçûna karzan û şêwirmendan û hwd dabîn dike. Di rewşa serkeftîbûna doza te ya daxwaza qerebûyê de, em ê sedî 33 ji qerebûya ziyanê ya wergirtî ji alîyê te ve zêdeyî “Bacê Nirxa Zêdekirî” anku VAT (eger hebe) hevrê digel pişka te ya hesabkirî ji dayînên pere weke heqê sîgortayê piştî rûdanê ji te bistînin.

Gelo şert û mercek heye ku tê de ez neçar bim ku lêçûnên tîma xwe ya hiqûqî bidim?

Em li gorî rêbaza “Bêyî-Birin, Bêyî-Lêçûn” tev digerin. Di rewşa serkefttîbûna dozan de, tu yê sedî 33 ji derhata ayîdîbûyî ji doza xwe ya daxwaza qerebûya ziyanê zêdeyî Bacê Nirxa Zêdekirî anku VAT (eger hebe) hevrê digel pişka xwe ya hesabkirî ji dayînên pere, radestî me bikî.

Di rewşa serkeftînebûna dozan de, em ê lêçûnên muhtemel ên xwe ji bo şopandina doza te ji te nestînin.

Hema wisa ku di lihevkirinnameya zirar-bingeh (DBA) ku bi rêya pirsnameya tomarkirinê ya me li ber dest e û tu divê wê bi diqet û bi tamî bixwînî. Hatiye nivîsandin, eger piştî vêya ku me kar bi nûnertîya te pêk anî, tu girêbesta xwe ya heqê parêzerîyê îbtal bikî, wî çaxî em dikarin biryar bidin ku lêçûnên ji bilî babetên navbirî li jor jî ji te daxwaz bikin.

Pêvajoya vekirina dozê dibe ku çiqasî dem bibe?

Vekirina dozê dibe ku çend salan dem bibe ku bigihêje encamê û ev bi awayekî taybet di dozên komî yên bi vî rengî de derbasdar e. Nabe ku şîrket li benda çareserkirina bilez bin, belkî divê ji bo dewama pêvajoya vekolandina dozan heta 5 salan amadetîya wan hebe. Ev îmkan heye ku berdoz yanî alîyên dozlêvekirî biryar bidin ku dozan di qonaxên seretayî de bi dawî bînin ku di vê rewşê de encam dê gelekî bileztir were bidestxistin.

Kî dê wek nûnerê min destûr bide Harcus Parker?

Di dozên komî yên bi vî rengî de bi awayê pratîkî ne pêkan e ku şêwirmendên mafzan destûrên kesane derbarê rêvebirina dozan ji her şîrketekê bigirin. Berovajî, Lihevkirinnameya Rêveberîya Dozvekirinê (an jî “LMA”)ku her yek ji dawakeran di dema destûrdana bo Harcus Parker wê wajo dike, “Desteya Dawakeran” dadimezirîne ku destûrkarên rojane derbarê rêveberîya dozan dê raberî Harcus Parker bike. LMA her wiha şêwaza ku li gorî biryardanên taybet (ji wan derbarê çareserkirina dozan) tê berxwegirtin û tiştê ku di rewşa nebûna rezamendîya te ji şêwaza vekolandina dozan dikarî bi cih bînî, dinivîse. Girîng e ku tevî beşa din a girêbesta heqê parêzerîyê ya Harcus Parker, LMA’yê jî bi baldarî bixwînî.

Ev deste kî ne?

Ev deste pêkhatî ji rêveber û endamên şîrketên dawaker in ku meraq dikin roleke çalaktir di vekirina dozan de bilîzin. Eger piştî tomarkirinê meraq dikî ku bibî endamê desteyê, ji kerema xwe têkilî dayîne. Ji ber hegerên beraqil, dê sînordariyeke bilind ji hêla hejmara endamên desteyê hebe, lê armanc ev e ku deste divê bi giştî nûnera koma dawakeran be.

Endamên tîma mafzan kî ne?

“Damon Parker” di rêveberîya giştî û çavdêrîya li ser dosyeyê hevbeş e. Birêz Parker dê di bin piştevanîya “Matthew Patching” destyarê payebilind ê vê şîrketê û “Olivia Selley” wek destyar be. Em ê parêzerên din jî di rewşa pêwîst de beşdar bikin da ku kar di asta payebilindî û ezmûn û tecrubeyeke maqûl û hêja de (û girêdayî bi wê lêçûn) pêk were.

Doz çawa tên birêvebirin?

Ev doz dê li dewsa bingeha kesane dê bi awayê komî bên birêvebirin. Ev bi vê wateyê ye ku doza te hevrê digel dozên kar û pîşeyên din dê bên destebendîkirin. Hegerine cûr bi cûr ji bo rêvebirina dozan bi vê şêwazê hatine raberkirin, lê hegera sereke ya wê sûdwergirtin ji destpêveberdan û kêmkirina lêçûnan li gorî hejmarê ye da ku dozên daxwaza qerebûyê ji hêla darayî ve serkeftî bin û karê hiqûqî di navbera dozan de neyê dubarekirin.

“Desteya Şêwirînê” ji çi kesan pêk tê?

Desteya Şêwirînê ji pisporên pîşekarîyê pêk tê ku têgihîştinek wan a baş ji bazara enêrjîyê û şêwaza danûstandina şîrketan digel bazarê heye. Desteya Şêwirînê ji bo piştevanîya ji xebata Desteya Dawakeran dê li ber dest be.

Kî dê pişta vê dozê bigire?

Harcus Parker digel enstîtûyeke xêrxwazîyê ya çalak di beşa enêrjîyê de ku armanca wê piştevanîya ji kar û pîşeyan an jî handêrên warê Enêrjîya Kesk e û bereyeke berfireh a xêrxwazîyên din ên piştevana kesan û kar û pîşeyên ku gelekî ketine bin bandora lêçûnên heyî yên qeyrana debara jiyanê, dê hevkarî bike. Em ê beşeke heqê xebata xwe xelatî van enstîtûyên xêrxwazîyê bikin. Ev bandor li birra pereyê ku tu didî nake, ji ber ku ev alîkarîya lêçûpnê bi tamî ji pişka Harcus Parker ji ayîdîya dozên daxwaza qerebûyê di rewşa serkeftîbûna wan dê were dabînkirin.

Em her wiha di bin sîvana piştgirîya “Yekîtîya Kar û Pîşeyên Biçûk û Navgîn” in.

Gelo di rewşa guherîna dabînkera(ên) enêrjîya min de, ez dikarim tev li doza daxwazê bibim?

Erê. Tu dikarî doza xwe ya daxwazê derbarê her girêbesta enêrjîyê ku belgeyeke te jê re heye, tomar bikî. Em derdem piştî ku tu forma tomarkirina xwe dagirî, her yek ji dozan binirxînin. Piştî bidawîhatina vê pêvajoyê, tu yê werî vexwendin da ku hûrgilîyên têkildarî her yek ji dabînkerên enêrjîya xwe û lihevkirinên ku te bi wan re hebûne, raber bikî.

Gelo hûn ê dellalê min bixin bin şopandina dadwerîyê û eger na, çima na?

Tevî ku dellal û dabînekra enêrjîya te bi awayê hevpar derbarê aşkiranekirina heqê komîsyonê derheq te berpirsyar in, lê em di vê qonaxên de naxwazin ku dellalê enêrjîya te bidin bin şopandina qanûnî. Du hegerên sereke ji bo vê mijarê hene:

  1. Kêrhatîbûna Cihanînê – Bi sedan dellalên enêrjîyê zêdetir ji dabînkeran hene. Loma vekirina doznameyên daxwazê yên dawakerên komî li dijî hejamreke kêmtir a dabînkeran ji hêla cihanînê ve sadetir û di encamê de ji hêla lêçûnê ve jî beraqil e.
  2. Çavkanîyên Dawalêkiriyan – Dabînker bi giştî anegorî dellalan ji hêla darayî ve baştir in. Ev bi vê wateyê ye ku ew bi îhtimaleke mezin di mewqiyekê de ne ku heqên komîsyonê yên deyndar li te vegerînin. Ji bilî vê yekê, dellalê te dibe ku ji dema girêdana girêbesta te ji kar hatibe derxistin û vegerandina qerebûyê dijwartir be.

Eger şert û merceke taybet heye ku dayîna dozên hiqûqî li dijî dellalekî taybet balkêş bike, em ê vî karî bikin.

Dawalêkirî dê kî bin?

Dawalêkirî anku berdozên doza te ya daxwaza qerebûyê dabînkerên enêrjîyê ne ku te carinan ew derbasî girêbestên enêrjîyê kirine. Eger were têdexistin ku pirranîya dozên dawakeran li dijî komeke bijartî ya dabînkeran in, Harcus Parker dikare biryar bide ku tenê dabînkerên enêrjîyê yên taybet bide bin şopandinê. Dibe ku vekirina doznameyên komî li dijî her dabînkerekê herî kêm di qonaxa destpêkê de tam pêkan nebe.

Berpirsyarîyên min derheqê vê dozvekirinê kîjan in?

Bi diyarbûna pêvajoya tomarkirinê, ji te dê were xwestin ku belgenameyên hiqûqî yên fermî amade bikî. Tu wek dawaker dê yek ji alîyên pêvajoyên dadwerîyê bî. Tu divê bilez û tam bersiva her pirsekê ku têkildarî doza xwe ya daxwazê ji te tê pirsîn, bidî. Em ê van babetan bigihînin asta herî kêm.

Em ê zanyarîyên ku tu ji bo raberkirina doza xwe raber dikî, bi kar bînin. Ev yek me bi awayê fermî ji bo raberkirina gilîyê bo dawalêkirî û bo dadgehê û wajokirina gewahîya esehbûna babetan ji alîyê te ve pêwîstdar dike. Pêwîst e tiştê ku em dibêjin durist be. Di rewşa duristnebûna naveroka gewahîya duristbûna babetan de ew dikare bi tawana bêrêzîya li pêvajoya dadwerîya dadgehê li dijî me û te doz were vekirin.

Tu her wiha erkdar î ku aşkira bikî (yanî alîyê hember derbarê versiyonên belgeyan haydar bikî û hin versiyonên wan raber bikî), belgeyên ku mumkin e bêyî berçavgirtina sûdmend an zirardarbûna wan ji bo dosyeya te bixwe, têkildarî doza te bin. Ev bi vê wateyê ye ku tu tevî ku dawaker î, divê belgeyên wiha li cihekî ewleh hilgirî û amade bî da ku eger pêwîst be wan raber bikî.

“Daxuyanîya Hilgirtina Belgenameyan” çi ye

Ev daxuyanîyek e ku ji alîyê şîrketekê ve di navbera karmendên wê de tê weşandin û vê pêwîstîyê dide ser milê wan ku hemî belge û daneyên îhtimalî yên têkildarî doza hiqûqî ku şîrket mijûlî şopandina wê ye, biparêzin. Ev daxuyanî divê bi mebesta rawestandina her yek ji rêbaz û siyasetên asayî yên parastina belgeyên şîrketê bi cih were da ku piştrast bibin ku ti belgeyek têkildarî doza hiqûqî winda nabe an ji nav naçe.

Ev daxuyanî bi pêwîstî ne,ji ber ku di doza dadwerîyê de ji bo hemîyan ev pêwîstî heye ku tevahîya belgeyên têkildarî dozê aşkira bikin, çi ji bo mewqîya wan baş be û çi nebe. Ev daxuyanî bi rêjeyekê ji bo belgeyên elektronîkî û çapî tê sepandin.

Tu divê piştî tomarkirina xwe ji bo doza daxwazê, daxuyanîyeke hilgirtina belgeyan di yekem derfeta pêkan de derxînî. Nimûneyeke belgeyê wek beşeke pêvajoya tomarkirinê dikeve ber destê te.

Çi dibe eger ku encama dozan serkeftî nebe?

Qayîde û rêzika normal di dozên dadwerîyê de ev e ku destûr didin alîyê derdayî da ku lêçûnên alîyê serkeftî û birî bide. Loma eger dozên daxwazan bi ser nekevin, ev xeter heye ku destûr bidin te ku pişka lêçûnên dawalêkirî bidî. Em bi bijartina sîgortayekê piştî rûdana guncan ku ji bo dabînkirina van lêçûnan ji bo dawakeran hatiye berçavgirtin, dawakeran li hemberî vê xeterê diparêzin. Eger doz serkeftî bin, tu yê ji bilî heqê şêwirîna hiqûqî, pişka lêçûna vê sîgortayê jî ji ayîdîya doza xwe ya daxwaza qerebûyê bidî.

Gelo xeterek têkildarî şîrketê di vê dozê de heye?

Em dixwazin ku hemî xeterên cudanebûyî yên pêvajoya vekirina dozê ji nav bibin, lê hin xeter hene ku gerçî biçûk jî bin, bi tamî mirov nikare wan ji nav bibe. Em van xeteran di beşa xwarê de rêz dikin û şirove dikin ku em çi karan ji bo kêmkirina wan pêk tînin û loma çima em razî ne ku ragihînin beşdarîya te di dozvekirina jibo armancên pratîkî dê bêxeter be.

Rîsk 1: dabînkera sîgortayê dibe ku an jî piştî serkeftînebûna encama dosyeyê an hevdem di pêvajoya vekirîbûna dosyeyê de, nekeve bin barê sîgortakirinê an bixwaze ku dev jê berde.

Ev erka me ye ku em piştrast bibin ku dabînkerên sîgortayê bi tamî ji tevahîya alîyên dosyeyê haydar in, bi awayekî ku di rewşa serneketina dosyeyê de, ew nikarin heqê sîgortayê nedin. Em di vê dosyeyê de xwedî pişk in û bi qasî te bixwe nîgeran in da ku piştrast bibin ku dabînkera sîgortayê tam haydar in li ser mijarê û ti hegerek ji bo devberdana ji dabînkirina sîgortayê tunene.

Rîsk 2: Dabînkera Sîgortayê îflas bibe

Ev îhtimal heye ku dabînkera sîgortayê tûşî hilweşîn û îflasê bibe, bi awayekî ku nekare pere bide. Em derbarê vê xeterê nikarin ti karekî bikin, ji bilî ku em bixwazin xwe li dabînkerên sîgortayê ku kredîya wan têrê dike bisitirînin da ku me qanih bikin ku ew dikarin pere bidin. Em vê xeterê bi saya dabînkirina sîgortayê ji hêla darayî ve bi rêya dabînkerên sîgortayê yên bi-ezmûn û jêhatî ku derbarê kualîteya sîvana sîgortayê şêwirînê didin, kêm dikin.

Rîsk 3: Kom têra xwe dawakeran wernagire

Xetereke din jî heye ku gelekî kêmdîtî ye ku di dozekê de ev yek biqewime: Eva ku encama dosyeyê serkeftî be, lê her cûre standina pere ji bo dawakeran sînordar be.

Naveroka DBA’yê bi awayekî ye ku em nikarin zêde ji sedî 50î ji birra pereyê qerebûyê ku tu werdigirî bigirin ustîyê xwe, lê eger hejmareke gelekî hindik a dawakeran destûr bidine me ku karekî bikin ev dosye ji hêla darayî ve guncan nebe, dibe ku em neçar bin ku girêbesta pêş-peredana heqê xwe yê parêzerîyê digel te îbtal bikin. Ev yek gelekî nemuhtemel e û em jî berîya kirina vî karî digel Desteya têkildar dişêwirin da ku piştrast bibin ku ev kom di her rewşekê de dikare hema wisa were nûnertîkirin.

Tu di doza xwe ya daxwazê de bi ser dikevî, lê dawakerên din di doza xwe de bi ser nakevin

Sîgorta dê bi awayê komî be, bi awayekî ku tenê di rewşa nebûna serkeftina tevahîya dozên dawakeran de dê bersivdêr be. Eger hinek ji dawakeran bi ser kevin û yên din bi ser nekevin, ew tenê heta radeyekê pere didin ku lêçûnên ku divê derbarê dozên serneketî de bo dawalêkiriyan bên dayîn nebe ku ji bo pereyê vegerandî bo dawakrên serkeftî were dayîn. Ev gelekî ne muhtemel e ev yek bandoreke berbiçav li her yek ji dawakerên serkeftî bike.

Claim Calculator

Enter your estimated annual energy usage, commission and length of contract below to see how much you could claim.