îdîaya li ser çi ye?

Gelek şîrket hînkirina dellalên enêrjîyê ji bo eyarkirina girêbestên gaz û ceryana xwe rihet dizanin.

Dellal pirrî caran bi rêya şandina emailê an têkilîya ji bo reklamê digel bikarêner û mişterîyên potensiyel têkilî çê dikin û soza bihayên erzantir didin. Lê tevî ku gellek dellal derbarê şêwaza standina heqê komîsyona xwe rastbêj û zelal in, gellekên din vê rastîyê ku heqê komîsyonê ji alîyê kompanîya dabînkera enêrjîyê ve raberî wan tê kirin, ji mişterî û bikirrên xwe vedişêrin.

“OFGEM” (The Office of Gas and Electricity Markets) wek sazîya çavdêrîyê di warê enêrjîyê de bi salan e ku derbarê çalakîyên ji cûreyên ku wan wek “Danasînerên Alîyê Sêyem” (TPI: Third Party Introducers) bi nav dike, hişyarî dide. Mixabin ku Danasînerên Alîyê Sêyem anku “TPI” di bin çavdêrîya hêzên PFGEM’ê de nînin. Ev tê vê wateyê ku dellalên ku serederîya bi kar û pîşeyan dikin (ji wan xêrxwazî, dibistan, klûb û komên bawerî-bingeh) neçar nînin ku pabendî her rêzikanmeyeke cihanînê an pîverên tevgeriyanê bin.

Bi bawera me, ev pêvajo dibe ku ji heman sala 2003an ve dest pê bûbe.

Lêkolîn nîşan didin ku her sal li Brîtanyayê derdora 2.25 miliyar pond heqê komîsyonê ji alîyê kompanîyên warê enêrjîyê bo dellalên enêrjîyê tê dayîn.

Ji hêla qanûnî ve, dellalê te deyndarê sozên dijwar pêkhatî ji sozên têkildarî bikaranîna pisportiyan û çavdêrî û hayjêbûnên maqûl e da ku rê li ber dijhevderketina berjewendiyan û sûdê nihênî were girtin. Ew biryar e ku wek nûner ji alîyê te ve pêngav rake û ne ku wek firoşerê kompanîya warê enêrjiyê.

Eger heqê komîsyonê ji alîyê dabînkereke enêrjîyê bo dellalê te were dayîn, ew erkdar in ku vê mijarê ron û zelal bikin ku van heqan werdigirin, birra deqîq a wê ji te re bibêjin û ji bo pereyê ku biryar e bo wan were dayîn, te razî bikin. Eger ew vî karî nekin, wî çaxî dibe ku dellal bo vegerandina heqê komîsyona xwe were neçarkirin, ji ber ku li gorî qanûna irfî mirov dikare dabînkera enêrjîyê wek alîyê ku “Bertîl” dide dellal, destnîşan bike.

Asta aşkirakirina zanyarîyên ku dellalên gewad û bêşeref pêk tînin, dibe ku ciyawaz be. Dibe ku ew bibêjin ku ji kompanîya enêrjîyê heqên xwe werdigirin, lê hûrgilîyên zêdetir raber nekin an jî dibe ku ew bibêjin ku daxwaza ti pereyekî nakin. Hinekên wan dibêjin ku ew bazarê ji bo diyarkirin bihayê herî guncan ê heyî bi baldarî seh dikin û vedikolînin, lê di rastîyê de ew ê meraq bikin da ku dabînkereke enêrjîyê peyda bikin ku heqê komîsyonê yê herî zêde bide wan.

Zanyarîyên ku li ber destê me hene nîşan didin ku heqên komîsyonan dibe ku heta asta 10 pêns di her ‘kWh’ de bin. Bi awayê normal ji 1 heta 3 pêns tê dayîn.

Me her wiha hin şehedî peyda kirine ku nîşan didin ji ber ku dellal ji alîyê dabînkerên enêrjîyê ve tên teşwîqkirin ku li gorî berjewendîyên wan tev bigerin, bikarêner hertim di dawîyê de bihayê herî erzan ê heyî li bazarê bi dest naxe. Li cihê ku ev yek qewimîye, em ê hewl bidin da ku qerebûyek bi qasî nakokîya navbera du bihayên gotûbêjkirî û bihayê ku dellalê têkildarî li ser xwe bikarênerê xwe dixwest wî bi dest bixe, bistînin.

Zanyarîyên ku diviyabû ji te re bihatana gotin ev in:

  • Heqê komîsyonê tam çi bû?
  • Gelo dellalî li bazarê lêkolaye da ku tê bigihêje çi guncanî te ye û gelo ew digel dabînkerên taybet di têkilîyê de bûne?
  • Gelo heyama girêbestê ku wan destnîşan kiriye girêdayî bi heqê komîsyona wan bûye?
  • Gelo wan qet pereyê te paşkeft dikir?
  • Gelo baştir bû ku xwe ji girêbesta ku te niha girêdaye, dûr bikî?
  • Gelo ji te re hatibû gotin ku kompanîyên warê enêrjîyê bi giştî heqê komîsyona dellal didin û wê lêçûnê bi zêdekirina lêçûna yekîne ya enêrjîya bikarêneran dîsan vedigerînin ku dûhata wê ev e ku lêçûna heqê komîsyona dellal di fatûreya bikarêneran de hatiye bicihkirin?

Tenê di rewşekê de ku bersiva hemî van pirsan bizanî, bi nêrîna me em dikarin bibêjin ku tu bi duristî hatiye haydarkirin.

Wisa ku lêkolînên me yên babetî nîşan didin, pereyê daxwazan dikarin gellekî berbiçav bin. Kurteya meseleyê ev e ku evna heqên komîsyona nihênî ne, ji ber vê yekê heta dibe ku te wiha sêwirandibe ku te bi dellalekî pêbawer re li ser bihayekî guncan li hev kiriye.

Gelo daxwazeke min a pere heye?

Ez çawa dikarim vê yekê tê bigihêjim?

Eger heqê komîsyonê hatibe dayîn û te bi haydarî razîbûna xwe ranegihandibe, dibe ku daxwaza (pereyê ku divê bo te bihê vegerandin) te hebe. Taybetmendîyeke girîng li ser vê mijarê ev e ku ti şîrket an rêxistinek ku bi dayîna heqên komîsyona nihênî hatibe tawanbarkirin, heta dema ku daxwaza ragihandinê neyê kirin nikarin ji hebûna bertîlê haydar bibe.

Ji bo haydarîya li ser xwedanmercbûn an nebûna xwe, pêvajoya tomarkirinê li vir pêk bîne. Eger encama daxwaza ragihandinê ev be ku heqên komîsyonê hatine daxwazkirin, em ê bi nûnertîya te ji bo şopandina bo vegerandina wan bikevin tevgerê.

Zanyarîyên girîng ku hewcetîya me bi wan heye:

Pênaseya dellal an dellalan di 12 salên derbasbûyî da;

2) Şêwaza destragihîştina dellalê te bo te;

3) Eva ku gelo tu dikarî bi rastbêjî bibêjî ku tu nehatiye haydarkirin ku di her şert û mercekê de heqê komîsyonê bo dellalê te tê dayîn an jî hûrgilîyên tam ên heqê komîsyonê bo te nehatine raberkirin;

4) Kopîya fatûre an girêbestên te.

Tev li Daxwaznameyê bibe

Dozvekirina daxwaznameya qerebûyê li dijî kê ye?

Tu dikarî li dijî dellal an dabînkera enêrjîya xwe doza qerebûkirinê vekî. Tevî vê yekê, Kompanîya enêrjîyê erkdar e piştrast bibe ku formasyon û nirxên komîsyonê hatine şirovekirin. Eger ew vî karî nekin, dibe ku derheq te berpirsyar bin.

Berdoz anku dawalêkiriyên sereke yên doza ku em dişopînin ev in:

Piştevanên me

Claim Calculator

Enter your estimated annual energy usage, commission and length of contract below to see how much you could claim.