Em nûnera bikarêneran ji kar û pîşeyên biçûk bigire heta şîrketên berhemanînê ne ku di beşên cûr bi cûr ji wan mêvandarî, firotina asta kêm, hînkarî, karûbarên xêrxwaziyê, dîn û bawerî, werzîş û amadekirina xwaremenîyê de çalak in. Em di dozvekirineke komî ya tam dabînkirî û di bin sîvana sîgortayê de, li ser esasa rêbaza “Bêyî-birin, Bêyî-lêçûn” tev digerin. Mijarên destnîşankirî di van dozvekirinan de bi awayekî potensiyel bandor li beşeke zêde ya civata kar û pîşeyan dike.
Gelo heqên komîsyona nihênî yên enêrjîyê bandor li pêşeroja kar û pîşeya te dike?
Bi miliyonan şîrket û rêxistin li seranserî Brîtanyayê dibe ku daxwaza qerebûyê ya bi hezaran pondî ji kompanîyên çalak di warê enêrjîyê de hebin.
Eger şîrket, navenda xêrxwaziyê, dibistan, klûb an koma te ya bawerî-bingeh (faith group) ji dellal anku brokerekî enêrjîyê ji bo hilsengandina bihayên gaz an ceryana xwe alîkarî wergirtiye û ew jî
Derbarê heqê komîsyonê ku radestî wan tê kirin digel te zelal û ron nebûne, wî çaxî dibe ku tu xwedanmerc ji bo vekirina doza daxwaznameya qerebûya pereyê xwe bî.
News in the media
Bi giştî heqê komîsyonê li gorî qasa enêrjîya bikarhatî ji alîyê bikarêneran ve dihat dayîn û ev tê vê wateyê ku rêxistinên ku daxwaza wan a enêrjîyê zêdetir e, zêdetir ji yên din tûşî ziyan û zirarê bûne. Ev di demekê de ye ku zêdebûna bihayê hilgirên enêrjîyê (gaz, ceryan …) bandor li hemî kar û pîşeyan dike û di babetên herî xerab de dibe sebeba betalbûna kar û pîşeyan.
Riswatî di gelek caran da
Bi miliyonan
Bi miliyonan şîrket û rêxistin ketine bin bandorê
£2.25bn (2.25 miliyar pond)
Pereyê dayî yê her sal ji bo heqê komîsyonê
10p (10 Pêns)
Herî pirr 10p di her kw/h zêdebûyî li bihayê enêrjiyê
Çima em daxwaza qerebûyê dikin?
Bihayê enêrjîyê gihîştiye asta herî bilind anegorî her demeke din. Şîrket û rêxistinên sktora sêyem (third-sector) bi ti awayî neketine bin guvaşeke zêdetir.
Eger tu di dema niha de pereyekî zêde didî an jî pêştir te pereyekî zêde didaye, tenha kar ev e ku aniha zirar û ziyana te were qerebûkirin.